📚 Celosvětová komunita pro výměnu knih
Derb — Bahoz Baran

Pro pokračování se přihlaste — zbytek dokončíme za vás. Nemáte účet? Zaregistrujte se

Nakladatelství AVESTA BASIN YAYIN
ISBN 9786055279738

Kitêba nû ya Bahoz Baran ku ji çîrokan pêk tê, di nav weşanên Avesta de, bi navê "Derb" derket. "Derb" duyemîn kitêba çîrokan a nivîskar e, berê jî bi navê "A baş" kitêbek wî derketibû. Ez ji efendiyê xwe re bibêjim. Gerek mirov baweriya xwe bi vê dinyayê pirr neyîne û pişta xwe nedê! Hûtek e ev dinya, roja bîst û yekê be jî ew ê me dabeliîne. Pêşiyan bîlesev negotiye, dinya bela ye. Erê, ez van gotinan ji te re niha dibêjim, lê dema ku ez li ser hemdê xwe bûm û min hukmê xwe li dar dixist ev tişt nedihatin bîra min. Mirov dema hînî dewrana xwe dibe dibêje qey ew ê her gav wisa bidome. Ne wisa ye! Ez ji ezîzê xwe re bibêjim. Dê û bavê min, -Xwedê rehma xwe li tevan bike- çend salên ewil ji wan re zarok çênabe. Diya min berê xwe dide şêx û melayan, nivişt miviştan dide çêkirin. Çawa dibe êdî ez nizanim; lê Xwedê min dike diyarî ji wan re. Dema ku çav bi min dixin şaş dimînin. Pitikekî girs, ser ji gewde girantir, lep lepên hirçê… Bavê min wê kêliyê dibêje, Xwedê li me bê rehmê...

▾ Číst dále

K výměně

0

Tuto knihu teď nikdo nenabízí k výměně.

Upozornit, až bude k dispozici

Recenze

Pro napsání recenze se přihlaste

Tato kniha zatím nemá žádné recenze. Napište první.