📚 Die globale Büchertausch-Community
Rêwîtiya Erziromê — Александр Пушкин

Melden Sie sich an — wir schließen die Aktion für Sie ab. Kein Konto? Registrieren

Rêwîtiya Erziromê

Verlag Avesta Yayınları
Jahr 2025
Seiten 72 Seiten
ISBN 9786255535191
Sprache Türkisch
Kategorie Biografie

Beschreibung auf Türkisch

Pûşkîn rêwîtiya xwe ya ji Moskowê ber bi Kafkasya, Ermenistan û Serheda welêt; û bûyerên Şerê Rûs-Tirkan ên salên 1828-29an bi hûrguiî û wêrekî vedibêje. Rêwîtî di heyameke giran a siyasî de pêk hatiye û Pûşkîn bi qaçaxî derbasî xaka Osmanî bûye, û hilbet ev çûyina bêyî destûr ji nezera tazarê (çar) rûs Nîkolayê 1em nereviye û xwestiye wî bi hepskirinê ceza bike. Ev gernameya balkêş cara pêşîn di sala 1836an de çap bûye, bi teswîrên bêqusûr, zindî û fikrên kûr li ser şer, çand û siyasetê raber dike. Pûşkîn nêrînên romantîzekirî yên Rojhilatê di ber çavan re derbas dike, lêgerîneke fewqalade û sêwirandî li ser hevkirin û cihêrengiya nasname û erf-edetan pêşkêş dike. Xebat wisa jî emperyalîzma rûsan rexne dike û çavdêriyên şexsî yên Pûşkîn radigihîne. Giringiyeke din a vê berhemê jî ew e; Pûşkînê humanîst, li deşta Araratê ji salmezinekî êzdî derheqa dîn û baweriya wan pirsiye û çend melûmat jê hildaye û di nivîsara xwe de cîwar kiriye. Ronahîditina vê “rewîtiyê” bi zimanê kurdî ciyê kêfxweşiyê ye, retorîka vegotina wê ya modern û krîtîka wê ya kubar wê ber dilê xwendevanan de bihê û ji wan re bibe îlham.

▾ Mehr lesen

Zum Tausch verfuegbar

0

Niemand bietet diesen Tausch gerade an.

Benachrichtigen, wenn verfügbar

Bewertungen

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.

Ähnliche Bücher