📚 The global book swap community
Serpêhatiyên Mîro û Simore — Omer Dilsoz

Sign in to continue — we’ll finish this for you. No account? Sign up

Serpêhatiyên Mîro û Simore

Publisher Delal Yayınları
Year 2026
Pages 156 pages
ISBN 9786259383279
Language Turkish
Category Children

Description in Turkish

Vî teyrê perbelek û neqşîn xwe bi wan da nasîn û got: Ez teyrê gebil im. Pirbêj im. Gava yekî nenas qesta vî warê me bike, ez serê pêşîn wan radiwestînim û miraz û meqseda wan dipirsim. Paşê ez hayê bazî û heyloyan pê dixim. Simore xwe negirt û got: Min gelek navê te bihîstiye, li daristana me ya henga bajarê mirovan, ji toxmê we teyr tune ne. Nizanim çima? Gava ez hinek caran dereng dihatim malê, dayika min digote min: Te xêr e, qey tu jî bûye gebla bê hêlîn. Êra ev çi mesele ye? Gepila ne li benda vê pirsê serê pêşîn hinekî şewişî, per û baskên xwe kudkudandin, gijegij bi derdorê xist, bû qud quda wê. Qasekî mîna dûvteşîkan li ser serê wan çerixî. Paşê dewxa xwe danî, got: Hey ho birakê Simore hey ho! Ma tu neqş û xemla van şanperên min nabînî! Şanperên xwe vekirin, gijgijandin. Paşê got: Ma te qet li tu derê delaliyeke weha dîtiye?

▾ Read more

Available for Swap

0

Nobody is offering this for swap right now.

Notify me when available

Similar books