📚 Globaalne raamatuvahetuse kogukond
Kurd, Kitêb, Çapxane — Mesûd Serfiraz

Logi sisse, et jätkata — lõpetame toimingu sinu eest. Pole kontot? Registreeru

Kurd, Kitêb, Çapxane

Kirjastaja Peywend Yayınları
Aasta 2023
Leheküljed 246 lehekülge
ISBN 9786058434509
Keel türgi
Kategooria Ajalugu

Kirjeldus keeles türgi

Mebesta vê xebatê lêkolînkirina li ser weşangeriya kurdî ya dema Dewleta Osmanî ye. Danasîna kitêbên kurdî yên ku di navbera salên 1844-1923yan de di nav sînorê Osmanî de çapbûne, naskirina weşangerên van kitêban û têkiliya van kesan bi komeleyên kurdî re mijarên sereke yên vê xebatê ne. Ji bo vê yekê di beşa 3 û 4an de danasîna 40 kitêbên kurdî yên wê dewrê tê kirin. Herwiha di beşa duyem de hewl tê dayîn ku peywendiya di navbera çapkirina kitêbên kurdî û pêşketina nasnameya kurdî ya di dewra Osmanî de bê nîşandan. Ji ber vê yekê di vê beşê de qala komeleyên kurdan ên wê demê û weşanên wan ên periyodîk, bi giştî çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî, vegotina rewşenbîr/netewperwerên kurd ên wê demê û çend bûyerên girîng tê kirin. Dîsa bi vê mebestê behsa du kesan tê kirin ku bi fikriyata xwe bandoreke mezin li ser kurdayetiyê wê dewrê kirine: Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî. Naxwe em dikarin bibêjin ku du aliyên vê xebatê hene: Aliyê pratîk hewl dide ku di nav çarçoveya xebatê de lîsteya kitêbên kurdî yên dewra Osmanî derbixe, aliyê teorîk jî hewl dide ku beşek ji fikra “kurdayetî”yê û têkiliyên wê yên bi metbûatê re ronî bike. Ji bo pêkanîna vê jî çavkaniyên sereke weşanên wê demê bûn. Kovar, rojname, kitêb û rêziknameyên wê dewrê, hin caran jî belgeyên arşîva Osmanî rê nîşanî me da.

▾ Loe edasi

Vahetuseks saadaval

0

Keegi ei paku seda vahetust praegu.

Teavita, kui saadaval

Arvustused

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.

Sarnased raamatud