Connectez-vous pour continuer — nous terminerons l’action pour vous. Pas de compte ? Inscrivez-vous
Mirjîn
Description en turc
Ez ê behsa jiyana xwe bikim ku bi tenê ji du xalan pêk tê. Bîst salên ji rêzê, bêwate, bêruh, bêarmanc û vala û neh rojên tije, bicoş û zindî. Ez ê çiqas bikaribim bînim ziman, nizanim. Belkî dema min têr neke. Belkî hêza min negihîjê. Belkî peyvên min bitevizin, bimirin û têr nekin. Lê di van du rojan de, heta wê kêliya pîroz ez ê ji ser vê kompîtura xwe ranebim û ji vê odeyê dernekevim. Heta telefona min lê bixe û ew kêliya pîroz were ez ê binivîsim. Ez ê xêza tenik a di navbera mirin û jiyanê de bînim ziman. Ez ê xwedawenda hest û evîna xwe bînim ziman; ya di mirina xwe de jiyanê dide afirandin. Ez ê ehmeqî û xwexapandina dilê xwe binivîsim. Hevî û lavelavên xwe bînim ziman. Hestên prolekirî û daxwazên xwe yên biçûk, mîna mirinê bînim ziman. Lê nizanim ez ê çawa wê bînim ziman?..
▾ Lire la suite▴ Réduire
Disponible à l'échange
0Personne ne propose cet échange pour l'instant.
Me prévenir quand disponibleAvis
Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.