📚 La comunità globale di scambio libri
Hopo — Ereb Şemo

Accedi per continuare — completeremo l’operazione per te. Non hai un account? Registrati

Hopo

Editore Lîs Yayınları
Anno 2023
Pagine 276 pagine
ISBN 9786059014298
Lingua turco
Categoria Romanzo

Descrizione in turco

Romana Erebê Şemo ya bi navê “Hopo”, ku li jêr bandora şoreşeke mezin, Şoreşa Sovyetê, behsa guherîn û veguherîna pergala Kurdan a aborî, civakî û sîyasî dike. Di vê rêya lêgerîna Kurdan bo peydakirina romanê de nimûneyek e ku divê bi kêmasî û zêdeyîyên xwe were naskirin û xwendin, bi her halê xwe ve ji me re bibe pal û pişt. Di romana “Hopo”yê de, nivîskarê me yê gewre Erebê Şemo balê dikişîne ser jîyana Kurdan a di bin sîwana hikimdarîya Sovyetê de, nemaze jîyana di nava kolxozan de. Erebê Şemo bi zimanekî sade û rewan kitekitên jîyana kolxozan li ber çavan radixe, wêneyê têkoşîna li dijî derebegîyê dikişîne û raberî me dike. Di vegotina bûyeran û şirovekirina kitekitên atmosfera jîyana kolxozan de, Erebê Şemo yê hosta xwe dispêre Kurdîyeke folklorîk ku nêzî gîyanê civaka Kurd a Sovyetî ye. Ev yek jî herikbarîyeke nedîtî li xwendina romanê bar dike û dihêle xwîner zû bi zû di nav rûnê gotinên nêzî dil de bê bişaftin. Weşanxaneya Lîsê ku barekî ev çend giran hildaye ser milên xwe, valabûna warekî dîtiye û dest avêtiye berhevkirin û çapkirina pareke mîrateya Kurdan a nivîskî, bi rêza van pirtûkan berê xwe dide asoyeke berfirehtir û îşaret bi plan û nexşeyine din ên bêhtir gerdûnî dike.

▾ Leggi tutto

Disponibile per scambio

0

Nessuno propone questo scambio al momento.

Avvisami quando disponibile

Recensioni

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.

Libri simili