📚 La comunità globale di scambio libri
Jîyaneka Berevajî — Bahoz Baran

Accedi per continuare — completeremo l’operazione per te. Non hai un account? Registrati

Jîyaneka Berevajî

Editore Wandoz Yayınları
Anno 2025
Pagine 144 pagine
ISBN 9786052003534
Lingua turco
Categoria Romanzo

Descrizione in turco

Bahoz Baranî di pirtûka xwe ya Ferhenga Bişaftinê da gelek dîmenên bişafinê nîşanî me dabûn. Di vê pirtûkê da ew dîmenên bişaftin, bindestî û mêtinkarîyê ji hev vediçirîne û bi awayekî hunerane xwe digihîne kakilên wan, li ber çavên me radixîne û wan ji me ra deq dike. Mezinê biçûkkirî. –Gotineka wan a pêşîyan dibêje, “Tiştê biçûk mezin mekin, tiştê mezin biçûk mekin.” Meseleya zimanî meseleyeka hebûnî ye û mezin e; lê wan ew bi têra xwe biçûk kirîye. Masîyên bejî yan jî masî di golan da nabin hût. –Ji behra çand û zimanê xwe derketine û ketine akvaryûmên bajarî û dixwazin li wir bibin hût. Oksîjena zimanê wan li wan bajaran tune ye û bi cîhazên oksîjenê jîyana xwe ya kurdewar didomînin. Rêya bêveger. –Berê di nav çand û zimanê xwe da dihatin dinyayê û paşê dihatin bişaftin; loma rêya vegerê, çand û zimanekî (cihekî) ku lê vegerin hebû. Îro êdî di malzarokê da tên bişaftin û cihê ku lê vegerin tune ye. Parsek. –Serdest, bindestan ji xwe kêmtir dihesibînin û wan tim hînî xwestinê dikin. Piştî wextekî, tiştê ku bindest bi xwe dikarin bi destê xwe bikin jî ji serdestên xwe dixwazin. Derfetên wan hebin jî destên wan vegirtî ne, ji xwe naxwazin û tim li benda serdestên xwe ne û dikevin rewşa parsekan.

▾ Leggi tutto

Disponibile per scambio

0

Nessuno propone questo scambio al momento.

Avvisami quando disponibile

Recensioni

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.

Libri simili