Accedi per continuare — completeremo l’operazione per te. Non hai un account? Registrati
Kitêba Salê
Axêferê komîteya xelatê ev serpêhatî û xwendina wê qedand. Piştî bihîstina evê bûyerê hîsên tevlihev li min rabûn... gelekî tevlihev. Ez di cihê xwe de sar û germ bûm û xemgîn ketim... zêde xemgîn bûm û salona şeva xelatê jî bêdeng. Deng ji kesekî derneket, li çepikan jî nexistin. Axêferê komîteyê li jêra maseya pêş xwe xwar bû, qevdek gul bilind kir û got: – Gelî mêvanên ezîz!.. We guhdariya evê serpêhatiya Merwanê Îsê kir: wî ji nivîskar û kitêbên wan hez kiriye. Û bi vê tevgera wî, me jî ji Merwanê Îsê hez kir, me ji evê pêşniyara wî hez kir û me li hev kir ku ji îsal û pê ve, em hersal bi navê Xelata meta min xelatekê bidin kitêbekê. Û di dayîna xelatê de jî, em ê hersal evê serpêhatiyê weke bîranîna vê xelatê bixwînin. Loma me xwend.
▾ Leggi tutto▴ Riduci
Disponibile per scambio
0Al momento nessuno lo offre in scambio.
Avvisami quando disponibileRecensioni
Ancora nessuna recensione per questo libro. Scrivi tu la prima.