📚 La comunità globale di scambio libri
Melanasî  Melayê Cizîrî Û Mîrasa Wî — Kolektif

Accedi per continuare — completeremo l’operazione per te. Non hai un account? Registrati

Melanasî Melayê Cizîrî Û Mîrasa Wî

Editore PEYWEND
Anno 2024
Pagine 493 pagine
ISBN 9786256963788
Lingua turco
Categoria Poesia

Descrizione in turco

Melayê Cizîrî digel şairtiya xwe di şecaet û wêrekiyê de jî dersek dide me û jixwebaweriya me ya wendabûyî cardin dihêne bîra me ku bêtirs qiyasa xwe bi giregirên şi’rê re dike. Çimku dizane ku di iqlîmê suxen de mîr, di şi‘rê de cihangîr ew e. Lewma jî Mela ji bo ku fesahet û belaxeta xwe nîşan bide ji şairên Şîrazê meydan xwestiye çi Hafizê Şîrazî çi Se‘dîyê Şîrazî çi jî Celalê Tebîb ê Şîrazî… Piştî vê yekê di me de ev fikir hasil bû ku şiara vê xebatê diviya ev beyta meşhûr biba ku wiha ye; Ger lu’lu’ê mensûr ji nezmê tu dixwazî Wer şi‘rê Melê bîn te bi Şîrazî çi hacet Belê, ev pirtûk li ser Melayê Cizîrî û Mîrasa wî ava bûye ku bi nêrîneke akademîk ji bîst û şeş nivîsaran pêk hatiye. Ji van nivîsaran her yekê, helbestên Melayê Cizîrî li gorî pîvanên edebiyat, dîrok, zimannasî, antropolojî û sosyolojiyê analîz kirine. Her nivîsareke vê berhemê ji pencerekeyeke din ve li hunera Mela nihêriye û nirxandiye ku ew nivîsar ji bo ragirtin, veguhestin û gerandina mîrasa Melayê Cizîrî cihekî muhîm digirin. Me bi van nivîsaran xwest ku perdeya li ser helbestên Melê bidine aliyekî û dîmena efsûnî ya pişt vê perdê piçekî bibînin. Em hêvî dikin ku ev xebata li ber destê we lîteratura Melayê Cizirî ya heyî gavekî pêş de bibe, nîqaş û nêrînên nû derbixîne û ji bo xebatên nû bibe çavkaniyeke baş.

▾ Leggi tutto

Disponibile per scambio

0

Nessuno propone questo scambio al momento.

Avvisami quando disponibile

Recensioni

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.

Libri simili