Accedi per continuare — completeremo l’operazione per te. Non hai un account? Registrati
Qelenê Dinyayê
Descrizione in turco
Di vê pirtûkê da 12 heb çîrok hene: Bêhna ku ji Bîra Min Derneket • 9, Çîroka Paşnavekî • 19, Hostayek li Dinyayê • 29, Birîndarê Dara Gûzê • 39, Serobino • 49, Helbestvana Biçûk û Derewçîn • 57, Tirskovî • 63, Saetsazê li Çarşîya Şewitî • 81, Xezalan di zikê dîya wan da kerûlal dikin • 89, Qelenê Dinyayê • 103, Gencîneger • 111, Nameyên Xapînok • 127
Ji çîroka Qelenê Dinyayê:
“Mîna gêjan li dora xwe diçûm û dihatim, tiştek tune bû ku pê bigirim, pişta xwe bidimê. Evê dinyaya hanê, li wê valahîyê pişta xwe dabû çi bira jî? Hemû çîrokên bawerîyên mirovan li ber çavê min bûn derew, hezar carî bûn malê dinyayê. Wekî mirovên destpêkê yên ku pê li dinyayê kiribûn û di şeveka şevreş da bi tenêtîya xwe ya çavbeloq hesîyabûn, lerzeka ecêb li canê min ket. Na, pêxember ji ber şaşîyên mirovan peyda nebûbûn, çîrokek lazim bû, baş an jî xirab, yeka hêsan a ku mirov pişta xwe bidinê, bêkokbûna xwe ji bîr bikin û bixebitin…”
▾ Leggi tutto▴ Riduci
Disponibile per scambio
0Nessuno propone questo scambio al momento.
Avvisami quando disponibileRecensioni
Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.