Accedi per continuare — completeremo l’operazione per te. Non hai un account? Registrati
Xewna Bi Hêvî
Descrizione in turco
Bavê Nazê, di Xewna Bi Hêvî de, demûçaxa qirkirina Ermenan wekî dema esasî dike romana xwe. Û di vê demê de, qilopilo û fenekiyên dewleta Osmanî ku dixwaze hemû Kurdan, bi taybetî yên li herêma Cizîra Botan di vê qirkirinê de çalak bike, ji hêlekê ve dixe mijara romana xwe. Ji hêla din ve jî, hin axa, beg, serokeşîr û mîrên ku hişyar in di warê fenekîyên Osmanîyan de û naxwazin bibin leşkerê 'Siwarên Hemidîyê' û 'Kirîv' ên xwe bikujin. Û li hember vê xweragirîya mîr û serokeşîrên Kurdan, hewldanên dewleta Osmanî ku ji bo pêkanîna mebesta xwe, li ser dînê Îslamê dixwaze poç û serê serok û giregirên Kurdan li hev bixe.
Û Qedrîyaya ku wekî jina duyem çûye ba 'Egîd axa û ji bo ku jê zarok jê re çêbibe û li hember 'Egîd axa, 'rûmeta' jintîya xwe xelas bike, berê xwe dide kanîyeke din û xwe pê dide avdan; û dawîya wê û ya pitikê wê yê trajîk. Û digel wê jî, çîroka evîna mirzanekirî ya keça axa Sêvê û Hosta Rezo tê (ve)gotin.
▾ Leggi tutto▴ Riduci
Disponibile per scambio
0Nessuno propone questo scambio al momento.
Avvisami quando disponibileRecensioni
Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.