Inicie sessão para continuar — concluímos a ação por si. Não tem conta? Registe-se
Dîmenên Derizî
Descrição em turco
“Li xwe digerim.
EZ di EMê de kit im.
Êdî girîyê min nayê li mirîyên min.”
Eger meriv bi sê hêmayan hewil bide ku derîyekî di helbestên Dîmenên Derizî de veke, bêguman divê meriv wekî stêrkên rêronî xwe li van hêmayan bigire: Bajar, Kolan û Tenêtî. Îrfan Amîda di vê berhema xwe a yekem de nêrîn û armanca xwe a der barê helbestê de jî ji xwendevanên xwe re eşkere dike. Guman nîn e ku hêmaya bajarekî, kolanekê û tenêtîyekê hîn jî di bîrdanka vê civakê de zindî û derizî ye. Helbestên di vê berhemê de, him xwendevanan dike şahidê wan dîmenên di bîrdanka civakê de derizî û him jî wan dike mexdûrê dîmenên ku di bîrdanka vê civakê de bê navber xwîn dibin.
Weşanxaneya Lîsê, bi dilxweşî, berhemên Îrfan Amîda pêşkêşî xwendevanan dike.
▾ Ler mais▴ Ocultar
Disponivel para Troca
0Ninguem esta oferecendo esta troca agora.
Avisar quando disponívelAvaliacoes
Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.