📚 Глобальное сообщество книгообмена
Çima Netewe-Perwerî — Yael Tamir

Войдите, чтобы продолжить — мы завершим действие за вас. Нет аккаунта? Зарегистрируйтесь

Çima Netewe-Perwerî

Издатель Avesta Yayınları
Год 2025
Страницы 208 pages
ISBN 9786255535399
Язык турецком

Описание на турецком

Ji zû ve ye wext hatiye ku em îtibara neteweperweriyê lê vegerînin, ji ber ku: neteweperwerî parçeyek esasî ya modernîte û pêşveçûnê ye; komeke mirovên ji nasnameyên cuda bi ciyekî diyar ê cografî ve girê dide; bi hemana xwe ya terîtoryal girêdanekê çêdike di navbera netewe û dewletê de, li ser herêmeke diyar doza otorîteyeke meşrû dike. Neteweperwerî di korîdoreke demokratîk û aborî re ketiye nav modernîteyê, loma tenê bersiv nade hewcedariyên dewletê, bersiv dide daxwaza takekesên modern ku bibin xwediyê jiyana xwe; tecrubeyên şexsî û gişteyî dewlemend dike, maneyeke taybet dide kirinên wan, wan dike parçeyek ji zincîreyeke domdar a afirîneriyê. Netewe-dewletê bi riya koalisyoneke nav-çînî mal û derfetên biqîmet pêşkêşî welatiyan kir; endamên çînên jêrîn kirin parçeyek ji yekeyeke siyasî ya civakî û hevpar û destkeftiyên bêemsal pêşkêşî wan kir: perwerde da wan, zimanekî hevpar ferî wan kir û mafên wan ê siyasî gerantî kir. Neteweperwerî sedemeke maqûl dabîn dike: pêşî bo meseleya sînoran, dûre bo pênaseya “gel” û dawiya dawî bo meseleyên belavkirinê; welatiyên xwe temîn dike ku ev welatê me ye, axa me ye, nerîtên me ne û ev jî berpirsiyariyên me ne ku em pê rabin; teşwîqkirina peymaneke civakî û koalisyoneke nav-çînî ye û sedemên hêja dide takekesan da ku bi hev re bixebitin ji bo pêşvebirina qenciya hevpar, belavkirineke adiltir a rîsk û derfetan. Bi halê xwe yê herî xirab, hêzeke wêranker û hilweşîner e; bi halê xwe yê herî baş, yek ji hêzên herî zêde avakar û afirîner e. Ewçax lazim e, em hewl bidin û îstifade bikin ji tecrubeyên neteweyî lê çavê xwe ji rîskên wê re jî negirin

▾ Читать далее

Available for Swap

0

Nobody is offering this for swap right now.

Сообщить, когда появится

Отзывы

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.