📚 Глобальное сообщество книгообмена
Herimî — Bawer Rûken

Войдите, чтобы продолжить — мы завершим действие за вас. Нет аккаунта? Зарегистрируйтесь

Herimî

Издатель Lis Yayınları
Год 2017
Страницы 240 pages
ISBN 9786059295819
Язык турецком
Category Роман

Описание на турецком

Herimî, romana nifşekî ye. Bi rêya her sê serkarakteran -meriv dikare wan wekî antî-karakter binirxîne- çarenûsa wan şênber dike. Nifşê ku li Bakur dijî bi me dide zanîn ku heta siberoja wî welatê ku ji mêtinkaran re bûye cih û war neyê zanîn, dê ne pêkan be ku êşa vî nifşî jî bê fêmkirin. Roman ne tenê tundûtûjîya dewleta mêtinkar a zordest vedibêje; ew di heman demê de tundûtûjîya xwezayî ya hîyerarşîk jî vedibêje. Di rêya atmosfera avakirî re kodên civakê û hêmaya bavên zilimkar li ber çavan radixe û êşa takekesîya karakterên romanê xelek bi xelek di dirûvê civakê de berfireh dibe û derdikeve pêşberî me. Herimî, bi teknîka xwe ya cuda, bi zimanê xwe yê qerfok û bi bikaranîna derfetên hunera romanê balkêş e. Balkêşîya sereke ya vê romanê di bikaranîna alegorîyan de berbiçav dibe. Alegorîyên di vê romanê de wekî qalik hatine bikaranîn. Em pê dihesin ku ji qalikê romanê biwêdetir derdê vê romanê destnîşankirina kakilê wê ye. Bawer Rûken bi zimanê xwe yê nêzî dilikê civakê, me ber bi gîyanekî zîyandîtî û herimandî ve dikişkişîne da ku rastîya welatekî biparvekirî di pîyaleya ronîkirina êşa sernixumandî ya bindestîyê de keremî xwîneran bike. Hema hema bi berfirehî ji hemû beşên jîyana vî nifşî anektod û çîrok hene. Ji nîqaşên li ser wêjeyê bigire heta bi muzîk, polîtîka, rexneya civakê û jîyana rojane... Tev li ku di serî de wekî beşên jihevcuda têne dîtin jî, lê dema di dawîyê de li hev têne hûnandin hingê wateya xwe dibînin.

▾ Читать далее

Available for Swap

0

Nobody is offering this for swap right now.

Сообщить, когда появится

Отзывы

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.

Похожие книги