Melden Sie sich an — wir schließen die Aktion für Sie ab. Kein Konto? Registrieren
Dara Pelweşîyayî
Beschreibung auf Türkisch
Bê gûman Bavê Nazê yek ji danerên wêjeya Kurdî a modern e. Ji bilî şêweyê wî ê cihêreng û vegotina wî a zelal, di nivîsên xwe de hem rastîyekê derdixe holê û hem jî rexnegirîya xwe jî nîşanî xwîneran dide. Lawazîya pergala sîyaseta Kurdan, şoreş, evîn, xîyanet û ew jîyanên ku di nava wan de asê mane ji me re rave dike.
Yek ji lehengên romanê Şêrzad, piştî Nivîskar, wekî her carê di romana xwe de daqûlî bîra êşa xwe a Kurdewar dibe û destên pênûsa xwe bi ava kanîyên welêt re dikemilîne. Wê perdeya ku bi tarîtîyê re bûye destbirak dîsa bi şêweyê xwe ê herikbar, cihêreng û bi neqşên Kurdewar hatiye hûnandin ji ber çavên xwîneran radike.
Di romana Dara Pelweşiyayî de, nivîskarê hêja Bavê Nazê, Dara Welatekî ku bi navê şehîdên dilpak hatiye xemilandin û jîyana pêşmergetîya dijwar, bi vegotina xwe a zelal, redixe ber çavên xwîneran. Em ê bi lehengên romanê re û di nav pêlên tarîya şevên har û lal de bi wan re biherikin nav rûpelan.
Kuştina birayê wî Ehmedî ji hêla Sedamîyan ve, dev ji jîyana xwe a dibistanê berdide û li paş xwe hezkirîya xwe a dilşewat û dayîk û xwişkên xwe dihêle. Bi hevalê xwe ê dibistanê re berê xwe dide çîyayên Kurdistanê û dikeve nav zor û zehmetkêşîya jîyana pêşmergetîyê. Em di berhema hostayê hêja de dibin şahidên gelek bûyerên ecêb û nedîtî.
▾ Mehr lesen▴ Ausblenden
Zum Tausch verfuegbar
0Niemand bietet diesen Tausch gerade an.
Benachrichtigen, wenn verfügbarBewertungen
Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.