📚 Küresel kitap takas topluluğu
Dara Pelweşîyayî — Bavê Nazê

Devam etmek için giriş yapın — işleminiz tamamlanacak. Hesabınız yok mu? Kaydolun

Dara Pelweşîyayî

Yayıncı Lîs Yayınevi
Yıl 2020
Sayfa 152 sayfa
ISBN 9786057535610
Dil Türkçe
Kategori Roman

Bê gûman Bavê Nazê yek ji danerên wêjeya Kurdî a modern e. Ji bilî şêweyê wî ê cihêreng û vegotina wî a zelal, di nivîsên xwe de hem rastîyekê derdixe holê û hem jî rexnegirîya xwe jî nîşanî xwîneran dide. Lawazîya pergala sîyaseta Kurdan, şoreş, evîn, xîyanet û ew jîyanên ku di nava wan de asê mane ji me re rave dike. Yek ji lehengên romanê Şêrzad, piştî Nivîskar, wekî her carê di romana xwe de daqûlî bîra êşa xwe a Kurdewar dibe û destên pênûsa xwe bi ava kanîyên welêt re dikemilîne. Wê perdeya ku bi tarîtîyê re bûye destbirak dîsa bi şêweyê xwe ê herikbar, cihêreng û bi neqşên Kurdewar hatiye hûnandin ji ber çavên xwîneran radike. Di romana Dara Pelweşiyayî de, nivîskarê hêja Bavê Nazê, Dara Welatekî ku bi navê şehîdên dilpak hatiye xemilandin û jîyana pêşmergetîya dijwar, bi vegotina xwe a zelal, redixe ber çavên xwîneran. Em ê bi lehengên romanê re û di nav pêlên tarîya şevên har û lal de bi wan re biherikin nav rûpelan. Kuştina birayê wî Ehmedî ji hêla Sedamîyan ve, dev ji jîyana xwe a dibistanê berdide û li paş xwe hezkirîya xwe a dilşewat û dayîk û xwişkên xwe dihêle. Bi hevalê xwe ê dibistanê re berê xwe dide çîyayên Kurdistanê û dikeve nav zor û zehmetkêşîya jîyana pêşmergetîyê. Em di berhema hostayê hêja de dibin şahidên gelek bûyerên ecêb û nedîtî.

▾ Devamını oku

Takasa Açık

0

Şu an takasa açan yok.

Takasa çıkınca haber ver

Yorumlar

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.

Benzer kitaplar