📚 La comunidad global de intercambio de libros
Defter — Elîxan Loran

Inicia sesión para continuar: completaremos la acción por ti. ¿No tienes cuenta? Regístrate

Defter

Editorial Lis Yayınları
Ano 2012
Paginas 64 pages
ISBN 9786054497164
Idioma turco
Category Poesía

Descripción en turco

Deftera Elîxan Loran, a ku bi navên Def û ter li ser du beşan dabeş dibe û her wekî Îşev Peyv e, Peyveron e, Evdozinar, Jihevketinên Baro, Hey teacher! Leave writing alone! û Defter, 28 helbestan bi xwe ve digire, bi hemû şêwe û şêwaza xwe ve, dûmahîka Nifşê Rewşenê yê salên 90'î ye, yê ku di van bîst salên dawî de, li Bakur, çi werger çi jî telîf, rê li ber wêjeya Kurdî ya nûjen xweş kir û bû kulîna gelek nivîskarên Kurd ên ku îro hê jî bi afirandina berhemên xwe berdewam in û gelekên wan êdî ji niha ve ji xwe re di nava dîroka Kurdan û Kurdistanê de cî peyda kirine. Deftera Elîxan Loran, hem bi Kurdiya xwe ya xwedî hêz û şiyan ve, ku dide per û baskên xwe û li esmanê zimên bilind difire, lê çu carî nizm nakeve, hem jî bi şêwaza xwe ya poetîk ve, ku bi her awayî bê dudilî û kurt û xwerû bi Kurmancî ranêzîkî mijarên xwe dibe, çavkaniyên xwe yên herêmî û gerdûnî yên ku “helbesta helbest” jê dizê baş nas dike. Her wiha wekî helbestkarekî xort û nûhatî, Elîxan Loran reh û serekaniyên zimanê Kurdî pirr baş nas dike û hemû derfetên zimên ên helbestî di helbestên xwe de li ser asteke pirr bilind bi kar tîne. Gava ku mirov bala xwe dide Elîxan Loranê ku di serê helbesteke xwe de dibêje, “Werîsê min warîsê min e…”, bi dest xwe re ji mirov ve xuya dibe ku Elîxan Loran “sêhrbazekî Kurmancî yê xort” e. Li gel vê yekê, Elîxan Loran di gelek helbestên xwe de silavê dide helbestkarine Kurd û cîhanê û bi vê yeka xwe ve jî, bi sercema Deftera xwe ve dibe xelekeke wêjeyî û li zincîreya dîwanên bi Kurdî zêde dibe. Deftera Elîxan Loran serê giliyên xwe yên bi hûrgilî wiha vedike û pê de diçe: Xerabo Kêlikeke nefsbiçûk im li ber serê zemên - Kêlîkinan bi dirrikên daran jî dişêwirim – Ligel ku cînavk jî hene

▾ Leer mas

Available for Swap

0

Nobody is offering this for swap right now.

Avisarme cuando esté disponible

Resenas

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.

Libros similares