📚 La comunidad global de intercambio de libros
Li Ber Sikratê — William Faulkner

Inicia sesión para continuar: completaremos la acción por ti. ¿No tienes cuenta? Regístrate

Li Ber Sikratê

Editorial Lis Yayınları
Ano 2012
Paginas 232 pages
ISBN 9786054497485
Idioma turco
Category Novela

Descripción en turco

Berhemeke din a ji rêza wêjeya cîhanê ku Weşanxaneya Lîsê bi pêdagirî didomîne romaneke bijare ye, ji William Faulknerî. Evê romana neqane ya nivîskarê şareza û naskirî cara pêşî di 1930'yî de çap bûye. Roman behsa erdnîgariya sereke ya William Faulknerî, ji Başûrê Emerîkayê, jiyana gundewar û bi qalmeqalma mirovên wê yên ji rêzê dike û reng vedide. Li dora babeta dayikeke li ber mirinê û piştî mirina dayikê, li ser wesyeta wê ku termê wê dibin li navçeya wê ya eslî ku veşêrin û di rê de bi barana ku tê û ava çêm radike re pira li ser çêm dirûxe, şepirzetiya di rêwîtiya xwe de dikişînin, nakokî, dilzîzî, sosret, evîna nihênî û encama nedilkirî, kawikî, neçarî, xembarî û derdên têvel ên malbata Bundrenan di romanê de bi sadetî û reseniya zimanekî heremî, monologên hundirîn ên ji devê kesê yekem, hatine vegotin. Di romana ku ji serî heya dawî ji pêncî û neh beşan pêk tê û panzdeh kesayet carê dorê digirin û vedibêjin, şêwe û dîdeyeke tiraneyî digel karesatên mirovî tên. Rêbaza vegotinê ya Faulknerî di vê romana wî de jî bi cihêtiya perspektîfê têkeliya bergehê raber dike û bi herka hişmendiyê binhişa kesayetan kişif dike. Bêguman e ku rêbazên Faulknerî yên ezmûngeriya vegotinê palpişteke xurt dane ber pêla modernîzmê û ew kiriye yek ji kesên herî xuyanî, di wêjeya Emerîkî de ku bi vê jî nemaye, digel rêbazên xwe yên vegotinê, bi raguheztina jiyan, giyan û kes û mlbatên heremekê li nav metnê bûye rênîşandêr ji gelek nivîskarên di pey xwe re ku ew jî bûne deng û neynika herem, welat an parzemîna xwe.

▾ Leer mas

Available for Swap

0

Nobody is offering this for swap right now.

Avisarme cuando esté disponible

Resenas

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.

Libros similares