📚 La comunidad global de intercambio de libros
Miradê Kinê — Hurşit Baran Mendeş

Inicia sesión para continuar: completaremos la acción por ti. ¿No tienes cuenta? Regístrate

Miradê Kinê

Editorial ‎Nubihar Yayınları
Ano 2024
Paginas 496 pages
ISBN 9786256605152
Idioma turco
Category Biografía

Descripción en turco

Herêma Torê; ciyê dîn, milet û şaristaniyan e; herwiha cî û warê çanda Kurdan e jî. Yek ji hozanên me yê din ava vê pirrengiya çanda dewlemend de gihiştî, Miradê Kinê ye. Ew bi navê “Miradê Kinê”, “Mirado” û bi leqeba “Mîrê Ribabê” tê naskirin. Bi eslê xwe ji navçeya Kerborana Mêrdînê ye. Miradê Kinê, hunermendekî dualî ye; hem stranên kêf û dawetan gotine hem ji yên dengbêjiyê. Stranên kêf û dawetan bi wezn û aheng, yên dengbêjiyê jî bi awaz û bi şewat gotine. Wî bi vê dualîtiya xwe, geh dile xelqê xemgîn kiriye, geh jî şengîn kiriye. Wî, di muzîka Kurdî de digel awaz û şêwaza xwe, bi ribaba xwe jî reng û tarzeke nû û ciyawaz afirandiye, ku niha jî gelek hunermend li ser tarza wî stranan dibêjin. Miradê Kinê, hem gula dîwan û cıvatan hem jî bulbulê dawetan bû. Li herêma Torê, hunermendê ku herî zede ji bo dawetan dihate vexwandin û hezkirin, ew bû. Vêca ev kitêba li ber destê w eli ser Miradê Kinê ye. Ji du birrên sereke pêk tê. Birrê yekem lêkolîn e li ser jiyana Miradê Kinê û stranên wî, birrê duyem jî deşîfrasyona 116 stranên wî ye.

▾ Leer mas

Available for Swap

0

Nobody is offering this for swap right now.

Avisarme cuando esté disponible

Resenas

Yorum yazmak için giriş yap

Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.

Libros similares