Connectez-vous pour continuer — nous terminerons l’action pour vous. Pas de compte ? Inscrivez-vous
Mishefa Salixdêrekî Herfperest
Description en turc
Helbestvan tenê ristên hestyarî, dilînî ên bi coş, bi aheng û qafiye neqiş nake, helbest ezameta ristê, xweşikiya nexş û moçikên herfan, peyvan jî derdixe rû dinyayê; helbest ‘Neynikeke Efsûnî’ ye, tûvala ‘Hundirê Helbestvan’ nîşan dike; pêwistiya, taybetiya, muhteşemiya ‘Herfan’, ‘Peyvan’ derdixe meydanê; helbestvan Ruhê Zimên, dilê Zimên, Ahenga Zimên bi raya ‘Tilsima Hêmayê’(remz), bi estetîk û forma herf û peyvan radixe pêşberî çavên helbesthezan; di vê berhemê de her helbestek ‘Tilsimek’ e, Bazbendek e, Îdol û Sembolek e, rola tilsiman çi be, di helbestê de rola hêmayê, herf û peyvê jî ewe; di nezera efsûnbazan de, minciman de, sîmyagêran de tilsim, bazbend, fevk çi be, di nezera helbestvanan de jî hêma, rist, herf û peyv ew e.
▾ Lire la suite▴ Réduire
Disponible à l'échange
0Personne ne propose cet échange pour l'instant.
Me prévenir quand disponibleAvis
Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.