Connectez-vous pour continuer — nous terminerons l’action pour vous. Pas de compte ? Inscrivez-vous
Zeviya Ajelan
Description en turc
Romana Georg Orwell, ANIMAL FARM hatiye wergerandin bo zimanê Kurdî (Ji Engilîzî wergerand Rewşen Hisên). Kovara Timesê ev roman wekî yek ji sed romanên Îngilîzî yên herî baş ku ji sala 1923'yan ta sala 2005'an hatine weşandin, bijartiye. Roman heyama Stalîn û rewşa CCCP a berî Şerê Cîhanê-IIem radixe ber çavan û sembolîze dike bi rêya rûkirina kesayetîyan di dirûvê ajelan de. George Orwell ê ku sosyalîstekî demokrat bû û bo çend salan endamê Partîya Karkerên Serbixwe ya Îngilîz bû, di vê romana xwe ya nîgaşî de wekî ku ew wê bi nav dike, bi rengekî eşkere û tund êrîşî stalînîzmê dike û ew bi xwe di nameyeke xwe de dibêje ku ev roman "contre Stalin" e, an ku "dijî Stalîn" e. Romana ku yek ji romanên herî girîng e di nav romanên Îngilîzî yên rexneya sîyasî de, ji me re dide xuyakirin bê çawa şoreşeke ji bo dadmendîya civakî dikare bê pûçkirin û valakirin heger bê sexbêr û sermîyan bimîne!
▾ Lire la suite▴ Réduire
Disponible à l'échange
0Personne ne propose cet échange pour l'instant.
Me prévenir quand disponibleAvis
Bu kitaba henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu sen yaz.