📚 Глобальное сообщество книгообмена
Çar Yek — Ciwanmerd Kulek

Войдите, чтобы продолжить — мы завершим действие за вас. Нет аккаунта? Зарегистрируйтесь

Çar Yek

Издатель AVESTA BASIN YAYIN
ISBN 9786059082358

Piştî 4 romanan Ciwanmerd Kulek vê carê jî bi 4 çîrokan derdikeve pêşberî xwendevanên xwe, “Çar Yek” di nav weşanên Avesta de derket. Ciwanmerd Kulek piştî çar romanan vê carê bi kitêbeke çîrokan derdikeve hemberî xwendevanan. Çar çîrokên ku wek çar şaxên çemekî diherikin me hevok bi hevok li nav meselên ku temenekî dewam dikin, tundûtûjiyên ku sînorên rasteqîniyê derbas dikin, kul û kederên jibîrneçûyî, neçarî, sosret û hesretên bêdawî digerînin. Çar çîrokên ku weku do û îro bi hev ve ne û ji hev cuda ne, di her temamkirin û pêhesandina hev de wêneyekî dî derpêşî me dikin û mirov nikare xwe ji hestkirina hijmetkariya li hember romaneke mezin ragire. Çîrokên ku çi di kêlî, kite û kurtedemên îroyîn de meseleyên sermedî û dûrûdirêj salix didin, çi jî ji raborî û mêjûyên dûr û kevn rewş û resma vê kêlî û demê radigihînin careke dî di bîra me tînin ku di binê her tiştî de çîrokek heye. Nivîskar bi hostayiyeke bilind şopa wê çîrokê digerîne.

▾ Читать далее

Доступны для обмена

0

Сейчас никто не предлагает эту книгу к обмену.

Сообщить, когда появится

Отзывы

Войдите, чтобы написать отзыв

У этой книги пока нет отзывов. Напишите первый.